
Mixabin roja Sêşemî rêketa 13ê Çirriya pêşîn a 2020an, têkoşerî kevnar yê gelê me û pêşmergeyê cangorî yê PDKÎ “Xorşîd Şen”, xelkê gundê “Wargenim”a girêdayê bajarê “Şernex” a Bakurê Kurdistanê koça dawiyê kir.
Termê “Xorşîd Şen” bona lêkolîna pizîşkiyê bo nexweşxaneya bajarê “Gewer”ê hate weguhastin û heta belavbûna vê nûçê, di nexweşxaneya bajarê “Gewer”ê de ye û bi axê nehatiye spartin.
“Xorşîd Şen” ku xelkê Bakurê Kurdistanê ye, yek ji têkoşerên kevnar yê PDKÎ bû, di tev rewş û awayan de di her cihekî ku hewce ba erkê xwe yê Hizbî cî bi cî dikir.
“Xorşîd Şen” kesekî şoreşger, welatperwer, azadixwaz, emegnas û vefadar, kesayetiyekî aram û bicuret bû, “Xorşîd Şen” kesayetiyê herî xuya di deverê de bû û ew hogirê pêşmergeyan bû û herwisa tev pêşmerge hogirê wî bûn, tev rêberên PDKÎ û têkoşerên demokrat di Bakurê Rojhilata Kurdistanê de “Xorşîd Şen” bi başî nas dikirin û hez jê dikirin û nanê wî xwaribûn û di mala wî de bêhna xwqe vedabûn.
Hevkarî û piştewaniya “Xorşîd Şen” ji PDKÎ û pêşmergên wê Partiyê, bibû sedem ku tim ji aliyê rejîma Îranê ve rastî givaşan bibe û rejîma Îranê gefa kuştina wî bixwe.
Wekî mînak, di hawîna sala 1996an de, di dema ku “Ezîz Muradperest”, Endamê Komîteya bajarê Urmiyê li ser pêspartiya Komîteya Şaristan bi erkekî Hizbî diçe mala “Xorşîd Şen” li gundê “Wargenim”, dema şevê ji aliyê 2 terorîstên rejîma Îranê yên bi navên “Hecî Asiyaban xelkê gundê Gêsiyan a devera Mirgewer û Qutbeddîn kurê Hecî Mistê xelkê gundê “Kole” li devera Şemzînan di Bakurê Kurdistanê de”, 2 narincek di pencera mala wî de avêtibûne nav mal û zarokên wî û teqiyabûn, herçiqas ku “Xorşîd Şen” bi silametî ji wê terorê xilas bibû lê kurê wî yê mezin yê bi navê “Îhsan” birîndar bibû.
Ew êrîşa tirsinokane ya rejîma Îranê ti carî nekarî hezkirin ji PDKÎ û pêşmergan li nav malbat û dilê “Xorşîd” de derxîne û ji piştevanîdan bi PDKÎ re dilsar bike.