Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ û berjewendiyên neteweyî

20:22 - 27 Tebax 2014

N: Şehab Xalidî

Dema ku bas tê ser parastina berjewendiyên neteweyî, tu partiyek di Kurdistanê de nine ku singê xwe nede pêş, û bi şanazî ve pesna siyasetên xwe derheq parastina berjewendiyên neteweyî neke, û xwe li serveyî partiyên din ên Kurdistanî û renge ji xwe jî nîştimanî û neteweyîtir re nezane!.

Dema ku bas ji siyaseta parastina exlaq di siyasetê de tê kirin, êdî her yek ji wan partiyan dibin pêşengê exlaq di siyasetê de.

Lê rûpelên dîroka her yek ji wan partiyan bixwe baştirîn belge ye bona dadwerîkirina li ser neteweyî û nîştimanîbûna wan partiyan û berçavgirtina exlaq di siyasetê de.

Bi xweşî ve PDKÎ yek ji wan partiyan e ku rûpelên zêrîn yên dîroka wê bi başî diselimîne ku vê partiyê tu carî berjewendiyên neteweyî nekirin goriyê berjewendiyên partiya xwe heya roja îro.

Her niha ku PDKÎ berjewendiyên Kurdistana başûr diparêze û heya amade ye ku bona parastina deskevtên neteweyî û nîştimanî yên vê para Kurdistanê bi kiryar here qadên şer li dijî terorîstan û dagîrkerên xaka Kurdistanê, bê guman ew yek belgeyek herî baş û xûya li ber çavên dost û dijminên vê partiyê ye.

Her eva ku PDKÎ amade bû ku bi bê bilindkirina alaya hizbî, here jêr sîvana Wezareta Pêşmerge de, û wek hêza pêşmergê Kurdistana Başûr şer ji bo parastina deskevtên neteweyî bike, eva pirr giring e.

Lê me dît ku hinek partî hebûn ku bi alayên taybet bi partiya xwe çûne bereyên şer, ku ew hereket şêweyek ji reklam bo partiyên wan têde hebû, ku hewce nake di qonaxên wiha hestiyar de bê peyrewkirin.

Lewra em şanaziyê bi PDKÎ û siyasetên wê û rêberên wê yên şehîd û rêbaza wê dikin, û dibêjin bijî PDKÎ parêzerê Kurd û Kurdistanê.