
Kurdistanmedia: Di civîna hevpar ya di navbera PDKÎ û Komela Şoreşger ya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê de, her du aliyan li ser hewldan bo çalakkirina Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, pêdagirî kirin.
Roja Duşemî rêkefta 23`ê Rezbera 1397`an (15`ê Çiriya Pêşîn) şandeke Komela Şoreşger a Zehmetkêşana Kurdistana Îranê, bi serperestiya rêzdar “Salih Şerîfî” endamê Deftera Siyasî, serdana Desteya Kargêrî ya PDKÎ kir, û ji aliyê heyeteke hizbê bi serperestiya rêzdar Hesen Şerefî, cihgirê yekem yê Lêpirsyarê Giştî yê hizbê ve pêşwazî ji wan hate kirin.
Di vê civîna dostane de, rêzdar Salih Şerîfî, tevî spaskirina ji vê pêşwaziya dostane, û rêkxistina bernameya vê civînê, îşare bi vê kir ku armanca serdana wan, veguhastina bîrûboçûnên wan derheq pirsên siyasî yên girêdayî rewşa siyasî ya Îran û Kurdistana Rojhilat, û pêwendiyên siyasî yên digel aliyên seranserî, û hêzên siyasî yên Kurdistana Rojhilat, alîkariyên PDKÎ û Komelê ye.
Piştre rêzdar Hesen Şerefî, derheq mijar û komek pirsên din ku di vê rewşa hestiyar de, hewce ye hizb û aliyên siyasî yên Kurdistana Rojhilat girîngiyê pê bidin, û herwisa dîtingeha Partiya Demokrat bo hevalên Komelê bas kir.
Piştre beşdarên vê civînê, nêrîn û pêşniyarên xwe bas kirin, û piştî şirovekirina axavtinan, her du aliyan li ser berdewamkirina alîkariyan di warên cuda de, û bi hevkarî û hevxebatiya digel hizb û aliyên siyasî yên Kurdistana Rojhilat û partiyên seranserî ku berevaniya mafê neteweyî yên gelê Kurd dikin pêdagirî kirin.
Herwisa pêdagirî derheq hewldan bo baştirkirina Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê kirin, û her di vê derheqê de jî, derheq gireva berfireh ya 21`ê Xermananê ya îsal ya Kurdistana Rojhilat axavtin, û ev yek wekî serkevtineke mezin ya tevger neteweyî û demokratîk ya gelê Kurd dane zanîn; û herwisa bas ji girîngî û bi hawardehatina civatên xelkê Kurdistana Rojhilat kirin.
Di dawiyê de, her du aliyan, li ser hevkarîkirin û hewldan, û herwisa karê hevpar digel aliyên siyasî yên Îran û Kurdistanê pêdagirî kirin.