Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ û PDK Kurdistan li ser yekgirtina hêzên siyasî tekez kirin

18:44 - 24 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Şandekî Pêwendiyên Kurdistanî ên PDKÎ, serdana Encumena serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li parêzgeha Silêmanî-Helebçê kir.

Roja Yekşemî, 2`ê Pûşpera 1398`an (23`ê Hezîrana 2019`an), şandekî pêwendiyên Kurdistanî ên PDKÎ, bi serperestiya “Mihemedsalih Qadirî”, berpirsê Pêwendiyên Kurdistanî û di gel “Îsmaîl Rehmanî”, nûnerê PDKÎ li Silêmaniyê, serdana Encumena serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li parêzgeha Silêmanî-Helebçê, kirin û ji aliyê heye`ta Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serperstiya “Arif Teyfûr”, endamê Mekteba siyasî a PDK Kurdistan û serokê encumenê ve, hatine pêşewazîkirin.

Herdu alî, di hevdîtinek dustane de, rewşa Kurdistan û deverê gengeşekirin û bi hewce zanîn ku yekrêziya hêz û aliyên siyasî û nîştimanperwerên welat di vê qonaxa girîng a dîrokî de, balkêşandine bo ser berjewendiyên welat.

Di dawiyê vê civînê de, heye`ta PDK Kurdistan, tevî spas û pêzanîn bo serdana şanda PDKÎ, û pêdagirî li ser peywendiyên dustane yên herdu aliyan kirin û ser bihêztirkirina pêwendiyên dinavbera herdu aliyan tekezkirine.