Lêkolînên nû yên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî dide xuya ku bi balkêşandin li ser meyandina wê Uraniyomê ji aliyê rejîma Îranê ve ku di mehên derbasbûyî de berhem aniye, Îran dikare heta meheke din, bi qasekî zêde şewata hewce bo berhemanîna çeka navkî bi dest bixe.
Rêkxirava Zanist û Ewlehiya Navnetewî piştî gengeşekirin li ser rapora dawî ya Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî gihîşte vê encamê ku rejîma Îranê bi hewlên micid kariye Uraniyomê bi tîratiya %60 bimeyîne, Îranê gihîştiye qonaxekê ku bo berhemanîna kumika navkî, bi tenê hewcehî bi mehekê ye.
Di wê raporê de hatiye ku rejîma Îslamiya Îranê dikare şewata hewce bo çeka navkî ya duhem kêmtir ji 3 mehan û çeka navkiya sêhem kêmtir ji 5 mehan berhem bîne.
Herwisa di vê raporê de hatiye ku tevî destpêregihîştin bi şewata hewce, berhemanîna kumika navkî demeke zêdetir hewce ye.