
Serkomarê Îraqê Berhem Salih bi fermî Mistefa Ebdul`letîf Kazimî bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê raspard.
Roja Pêncşemiyê 9 ê Nîsanê, piştî raspêrdeyê berê yê bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê Ednan El Zurfî bi fermî xwe ji wî erkî vekişand, Mistefa Ebdul`letîf Kazimî hat raspardin.
Vekişandina Ednan El Zurfî di demekê de ye, hêzên Şî`e li ser kandîdkirina Mistefa Kazimî lihev kiribûn, Kurd û Sunîyan jî piştevaniya xwe wî re ragihandibûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî û bi riya daxuyaniyeke, piştevaniya xwe ji Mistefa Kazimî re ragihandibû.
Mistefa Kazimî peyamek bi sê zimanên Îngilîsî, Erebî û Kurdî belav kir û soza karkirina bo çareserkirina arîşeyan da.
Mustefa Kazimî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” bi zimanê Kurdî nivîsî: Bi raspardina min bi erkê Serokê Hikûmeta Iraqê, soz li hember gelê me yê bexşande didim, kar ji bo pêkanîna hikûmetekê bikim, ku daxwazên Iraqiyan bixe berahîka karên xwe û serweriya welat û mafan biparêze û kar ji bo çareserkirina qeyranan û pêşvebirina aboriyê bike.
Di vê navberê de, rejîma tevdançiye Îranê, piştîvaniya xwe ji Kazimî daye xûyakirin û ragihandiye ku bona pêkanîna Kabîna Wezîran amadeye alîkariya Kazimî bike.