Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêla beşdarî nekirina di hilbijartina rejîmê de, berfirehtir dibe

13:20 - 14 Gulan 2021

Mewlana Ebdulhemîd pêşnimêjê Suniyan li Zahidanê tewî amaje pêkirina bi zilm û sitema ser xelkê û bi taybetî Suniyan, û nerizayetiya tev xelkê Îranê ji rejîmê, ragihand bi hebûna ferq û cudahiyan û bê dadiyê ji aliyê deshilatdarên rejîmê ve, nabe rejîm jî çavnihêr be ku xelk li hilbijartinan de beşdar be.

Roja Pêncşemiyê 13ê Gulana 2021 an Mewlana Ebdulhemîd di xutba nimêja eyda “Fitr” de, basê wan ferq û cudahiyan kir ku ji aliyê rejîma Îranê ve li derheq xelkê û bi taybet peyrewên olê “Sunî” têne kirin û herwisa basê qorix kirina hemî istûnên deshilatê ji aliyê rejîma Wilayeta Mutleqe a Feqîh ve kir û wekî mîna amaje bi tepeserî û red selahiyeta Suniyan kir û got: ev kiryarên rejîmê bi zerera xudî rejîmê ne û dibne sedem ku xelk neçe ser sindûqên dengdanê.

Mewlana Ebdulhemîd herwisa di nava axivtina xwe de amaje bi nerizayetiya piraniya xelkê Îranê kir ku bi sedema bê karî, giranî, belengazî, gendelî û dizî yan kir ku hemî ewane bûne sedemê nerizayetiya xelkê û bê hivî bûn ji wê rejîmê, wî got lewma heya rewş wiha be nabe ew rejîma wisa bizane ku xelk bêt û beşdariyê li hilbijartinê de bike.

Mewlana Ebdulhemîd got taqmekê dest bi ser hemî Îranê de girtiye û ya xwe dizane, lewma em wê yekê qebûl nakin.

Pêşnimêjê Zahidanê got heya ew ferq û cudahiye heye û heya zilm û sitem li ser li ser xelkê û Sunîyan berdewam be û azadiya olî çinebe, nabe deshilatdarên rejîmê jî çavnihêrê beşdariya xelkê di hilbijartinan de bin.