Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêla nû a bilind bûna nirxan li Îranê destpêkiriye

12:22 - 25 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Pêla nû a bilind bûna nirxa hewcehiya piştî heftiyek ji bilind bûna nirxa benzînê, di Îranê de destpêkiriye.

Pêka nûçên belavbûyî, berwajiyê soza berpirsên rejîmê, nirxa hewcehiyan û her wisa hatûço yê bilind bûye,

Rejîma Îranê piştî bilind bûna nirxa 3 beranber ya benzînê, soz dabûn ku nahêlin nirxa tiştên din bilind bibin, lê niha pêleke ji bihatiyê, seranserê Îranê girtiye ber xwe.

Pêka wan nûçeyên ku ji ragihandinên rejîmê bi xwe we têne belawkirin, nirxa hatûço û Êmîş ji %25 heya %50 bilind bûye, her wisa nirxa  her kîloyek Baycanê sor ji 8500 heya 13 hezar tûmenan bilind bûye û  kîloyek Hinar ji 9 hezrî giheştiye bo 12 hezar tûmenan , û 70 heya 80 hezar tûmen bi nirxa şîşên asin zêde bûye.

Rejîma Îranê bi bilind kirina 3 beranberiya nirxa benzînê, û her wisa nebûna ti pilanekê bo ragirtina nirxa hewceyian, ti lêkolînekî zanistî  ji lêkewtên bilind kirina nirxa benzînê tunebûye.