
Kurdistanmedia: Pêleke nû ya berf û baranê rû li Rojhilata Kurdistanê kir, û di vê rewşa xirab ya aborî de, xelk zêdetir dikeve tengasiyan de.
Derheq pêleke nû ya berfbarînê hate ragehadnin ku barîna berfeke giran di mêhwerên başûra parêzgeha Urmiyê, gellek kêşe û astengî bo hatûçûna tirombêlan pêk anî.
Herwisa hate ragehandin ku riya Urmiye bo Mehabadê ji gevriya Înanlû heta bendawa Hesenlû bi sedema qerisîna berfê hatiye daxistin, û polîs nahêlin hatûçûn ji vê riyê re bihê kirin.
Li ser mêhwerên Nexede-Pîranşar, û Nexede-Temerçînê, û riya Şahîndijê, berfeke giran ketiye, û ajotvan naçar in ku zincîran girê bidin.
Di gevriyê Milemas û Xusro abad ya şaristana Sonqur a ser bi Kirmaşanê jî berf ketiye, û hatûçûna tirombêlan bi bê girêdana zincîran zehmet e.
Serokê polîsê rê yê parêzgeha Kirmaşan ragehand, li ser riya herêma Hewraman û gevriya Palingan berf bariye, û li gevriya Hesenabad û Mersad jî li ber qerisîna riyan hatûçûna tirombêlan zehmet e.
Barîna berfê herwisa sibezûya îro Yekşemiyê, bilindahiyên parêzgeha Sine, bi taybetî çiyayê Awiyer a Sine, Şaho li Kamyaran û Arbaba di Bane di Spîpoş kir.
Îro berfbarîn li Seqiz, Merîwan, Kamyaran, û di Sine û Bîcar û Hezar kanyan de berdewam bû.
Di vê sir û seqema zivistanê de, bêguman li ber destengî û hejariya gellek malbatan, û nebûna stargehan, di rewşeke xirab de dijîn, û rejîm ku bixwe sebekarê vê rewşa xirab e, bê guman tu hizrekê bi hale hejar û destengan jî nake.