Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêleke din ji serhildana xelkê Îranê

11:45 - 13 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Pêleke nû ji xwenîşandan û serhildana xelkê Îranê li dijî rejîma dîktator a Îranê dest pêkiriye.

Roja Yekşemî 22`ê Befranbarê, li Tehrana paytexta Îranê, xwenîşandanan bi hêceta nerizayetî li hember xistina xwarê ya balafira Ukraynê li zanîngeh û ji aliyê xwendekaran ve destpêkir û silogan li dijî rejîmê dan.

Di encama xistina vê balafirê ji aliyê rejîmê ve, 176 kesan ku piranî kesên pispor bûn, canê xwe ji dest dan. piştî çend rojan rejîm neçar bû xistina wê balafirê bikêşe stuyê xwe. Eve jî bû sebebê xwenîşandana xwendekaran û xelkê Îranê li hember cinayet li pey cinayetên dijî mirovahî ên rejîmê.

Xwenîşandan li Tehranê dest pêkir, gelek zû xelk li piraniya parêzgeh û bajarên Îranê û Kurdistanê rijîyane ser Kolanan û şeqaman û xwenîşandan kirin.

Siloganên xwenîşandanên vê carê cudahî hebûn digel carên berê, vê carê silogan li dijî rejîmê û gorîna rejîmê dihatine danê.

Siloganên wekî: Merg û neman bo Xamineyî. Sernixûn be komara Îslamî. rêfrandom rêfrandom, pisporên me kuştine, axund li cihê wan dana ne, rêber dest ji kar bikêşe, 40 sal cinayet bese, dujminê me ev rejîme ye, Spaha Pasdaran DAÎŞ e, û gelek siloganên din.

Xwenîşanderan di piraniya kolanan de, wêne û tabloyên Qasim Silêmanî yê terorîst dirandin û şewitandin.