Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Penaberek xelkê “Pawe”yê di nava avên “Yûnan”ê de xendiqî

13:19 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2021

Penaberek Kurd a bi navê “Munîre Heyderî” temen 37 sal û xelka gundê “Zerdûyî” ê ser bi devera “Bayingan”ê yê girêdayê bajarê “Pawe”yê ku dixwast ber bi welatê “Berîtanya”yê ve here di nav avên welatê “Yûnan”ê de xendiqî

Di heyama sê rojên derbasbûyî de du belem ku hilgirê 80 kesan bûn û 20 kes ji wan zarok bûn, dixwastin ji rêya “Yûnan”ê ve biçin bo welatên Ewropî bi sedema niqombûna belemê “Munîre Heyderî” canê xwe ji dest da.