Roja Pêncşemê 10ê Befranbarê, malbata wan 9 penaberên Kurd ku ji aliyê Turkiyê ve radestî “Bereya Azadiya Sûriyê” hatibûne kirin, ragehandine ku ev penaber bo welatê “Turkiyê” hatine zivirandin û piştre ji rêya sînorê “Razî” a ser bi bajarê “Xoyê” ve bo Îranê hatine veguhastin.
Malbatên wan 9 welatiyên Kurd ragihandine ku yek ji wan 9 kesan bi hejmar Telefunekî welatê “Turkiyê” pêwendî bi wan re girtibû, û gotibû ku piştî azadkirinê ji “Sûriyê” bo welatê “Turkiyê” hatine veguhastin.
Malbatên wan 9 penaberên Kurd, roja Sêşemî 23ê Sermawezê li ber deriyê balyozxaneya “Turkiyê” li bajarê “Tehran”ê kombûneke nerizayetiyê li darxistibûn û daxwaza rohinkirina çarenivîsa wan 9 welatiyên penaber û zivirandina wan bo hembêza malbatên wan kiribûn.
8 kes ji wan penaberan xelkê bajarê “Pawe” yêne û yek ji wan xelkê bajarê “Serdeşt”ê ye ku meha Gelawêja sala 1400an a rojî ji rêya yasayî û bi paseportan çûbûne welatê “Turkiyê” û ji aliyê “Turkiyê” ve radestî “Bera Azadiya Sûriyê” htibûne kirin.