Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pênc roj ji ser erdheja Qutor re derbas dibe lê malwîranî her wekî xwe ye

09:54 - 25 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Di heyama pênc rojê derbasbûyî de erdhejeke bihêz li devera Qutor a ser bi bajarê Xoyê rûyda bû, û xisareke mezin jî gihande avahiyên çend gundan, lê heya niha ev gun her wekî xwe mane û navendên havarhatinê ti yarmetiyeke ji wan re nekiriye.

Erdheja 5 roj beriya niha Qutora ser bi bajarê Xoyê hejand, û di encama wê erdhejê de nizê 40 avahî di çend gundan xisar gihayê de.

Navendên pêwendîdar ên rejîmê jî heya niha ne serdana wî deverî kirine, û ne jî ti hewcehieke despêkî bi wan gundan re nebirine.

Heya niha welatiyên wan gundan jiyana wan di haleke gelek dijwar de birêvediçe, û rejîmê jî alîkariyên destpêkî yên wekî xîvet û derman…hwd, bo xelk dabîn nekiriye.

Welatiyên gundên derdorê Qutor di vê sêr û seqamê de û di derve jiyana xwe didomîn in.