Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêntagonê red kir ku balafira wan ji aliyê girûpa terorîstî a Talîbanê ve ketiye xwarê

10:33 - 28 Kanûna Paşîn 2020

Wezareta Berevanî a Amerîkayê Pêntagon şeva Duşemî 7`ê Rêbendanê, red kir ku balafira Amerîkayê ji aliyê girûpa terorîstî a Talîbanê ve hatiye xistin.

Pêntagonê daye zanîn ku ev balafira ku li Efxanistanê ketiye xwarê têkşika ye û emê dê lêkolînên zêdetir li ser bikin ku bi çi awayî ketiye xwarê.

Berpirsên Amerîkayê dane zanîn ku, ew balafira ku li Efxanistanê têkşikestî ye a Amerîkayî ye û taybete bi hêzên Amerîkayê ye.

Ev balafira Amerîka li Efxanistanê, di devera bin destê girûpa Talîban a terorîst de li bajarê Xeznî a ser bi bajarê Efxanîstanê ketiye xwarê.

Her di vê derheqê de jî, Zebîhullah Mucahî, Berdevkê girûpa Talîban a terorîst bi weşana daxuyaniyekê li ser rûpela xwe a Twitterê, berpirsyarîya xisitina xwarê a balafira Amerîkayê û kuştina hemû ev kesên di vê balafirê de ragihand.