Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêntagon: Dahata petrolê bo HSDê ye ne bû Amerîkayê

12:16 - 8 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Wezareta berevanî ya Amerîkayê (Pêntagon) eşkerae kir ku, dahat bîrên petrola Rojavayê Kurdistanê, ji bo Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ne, nek bo Amerîkayê.

Berdevkê Wezareta berevanî ya Amerîkayê, Conatan Hofman, di civîneke rojnamevanî de ragehand: Dahat wê petrola Rojavayê Kurdistanê bo Amerîkayê nabe, ew dahat dibe bo HSDê be.

Herwisa Hofman amaje bi wê yekê jî kir ku, li ser pirsa tawanên şer, ku divêt Tirkiye têbigihîje ku berpirsyare ji wan kar û tawanên hêzên dûvelankên wê li Rojavayê Kurdistanê encam didin.

Her di civîna rojnamevanî de, tekez kir ku, erkê sereke yê wan têkşikandina DAÎŞê ye, û li sûriyê jî milbimlê HSDê di wê erkê de dê berdewam bibin.

Niha bîrên petrola Rojavaya Kurdistanê, ji alîyê Amerîkayê ve têne parastin, herçende berê Donald Tiramp, serokê Amerîkayê biryara vekişandina leşkerên welatê xwe ji Sûriyê de dabû, lê careke din biryar da dîsan hêzên Amerîka vegerîne Rojehelatê Sûriyê bo parastina bîrên petrolê li wan deveran.