Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Pentagon”: Hevkariya me digel “HSD”ê berdewam e

11:05 - 11 Çirriya paşîn 2021

Piştî gefên berdewam ên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê “John Kirby” piştevaniya xwe ji Hêzên Sûriya Demokrat “HSD” dûbare kir û got: “Helwêsta me ya derheq piştgêrî ji Hêzên Sûriya Demokrat nehatiye guherîn”.

“John Kirby” di konferansek rojnamevanî de ji bersiva pirsyarekê li derheq piştevanîkirin ji Kurdên Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê, daye zanîn: “Helwêsta me ya derheq piştgêriya Hêzên Sûriya Demokrat nehatiye guherîn û Amerîka dê hêj di Sûriyê de bimîne û her li ser vê bingehê dê hevkariya me digel hêzên HSDê berdewam be”.

Wan rojane dîsan Tirkiyê gefên êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê dixwe; Roja Sêşemî 9`ê Çiriya Paşîn, balafirên bê balafirvan ên Tirkiyê bajarê Qamîşloyê kirin bi armanc û di wê êrîşê de 3 hevwelatiyan canê xwe ji dest da.

Di êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistan tenê kesên sivîl dibine armanc.

Di vê derheqê de Meclîsa Demokratîk a Sûriyê bi weşana daxuyaniyekê daxwaza daxistina herêma hewayî ya Sûriyê bi ser Tirkiyê de kiriye.

Meclîsa Demokratîk a Sûriyê di beşek ji daxuyaniya xwe de daye zanîn: “Di encama êrîşa esmanî a Tirkiyê li ser maşînekê li Qamîşloyê, Yûsif Gulo yê 73 salî bi du neviyên wî canê xwe ji dest dane. Em êrîşa Tirkiyê şermezar dikin. Em êrîşên li ser tevahiya Sûriyê û fermande û hêzên Kurdî ku di halê şerkirin digel DAÎŞê ne şermezar dikin. Em ji tev hêzên navnetewî daxwaz dikin ku li dijî binpêkariyên Tirkiyê helwêstê bigirin û herêma esmanî ya Sûriyê bi ser Tirkiyê de dabixin”.