Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pentagon li derheq êrîşa Spaha Pasdaran, daxuyaniyek belav kir

11:28 - 8 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Amerîkayê li derheq mûşekbarana Spaha Pasdaran a terorîst li ser binkeyên wan bertek nîşan da.

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê Pentagon, di daxuyaniyekê de, êrîşa li ser binkeyên leşkerî yên wî welatî yên di Îraqê de piştrat kir û ragihand, "binkeyên leşkerî yên Eyn El-Esed û Hewlêrê bûne armanca êrîşan."

Pentagon dibêje: "Derdora demjimêr 05:30 (bi dema rojhilatê Amerîkayê), zêdetir ji 12 mûşekên Balistîkî bo ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê hatine avêtin, ev yek eşkere ye ku ew mûşek ji aliyê Îranê ve hatine avêtin û du binkeyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Eyn El-Esed û Hewlêrê bûne armanc."

Herwiha Pentagon di daxuyaniyê de daye zanîn, "em hewl didin ziyanên êrîşan texmîn bikin."

Piştî mûşekbarana Spaha Pasdaran a terorîst li ser binkeyên Amerîkayê, Koşka Spî ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump niha ji nêzîk ve û bi hûrî çavdêriya rewşê dike.

Berdevkê Koşka Spî li ser twîtterê ragihand, ew agahdar bûne ku binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Îraqê ji aliyê Îranê ve rastî êrîşan hatine.

Berdevkê Koşka Spî dibêje, wan zanyariyên li derheq êrîşên mûşekî yên Îranê bo ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Îraqê dane Donald Trump û tekez kir, Trump niha ji nêzîk ve û bi hûrî çavdêriya rewşê dike.