
Kurdistanmedia: Berpirsê Wezareta Berevanî yê Amerîkayê “Patrîk Şahan” got, nêrînên min û “Johan Bolton” û “Mike Pompeo” bo pêk anîna hevalbendiyeke cîhanî li dijî rejîma Îranê yek in.
Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Înê 14`ê Hezîrana 2019`an, Berpirsê Wezareta Berevanî yê Amerîkayê “Patrîk Şahan” li civîneke rojnamevanî de ku derheq êrîşên terorîstî yên li dijî gemiyên neftê li ser behra Umanê ragihand: Me berê jî, li ser vê yekê tekez kiribû ku, dibe em bigihijîne lihevkirineke Navneteweyî çimkû dema ku ez mêzeyê rewşa deverê dikim, ku di wir de gemiyên welatên wekî: “Norwey, Japoniya, Erebistan û Emrat wirin, û ewe nîşana vê yekê ye ku, em bigihîjne lihevkirineke Navneteweyî.
Herwisa navbirî got: 15% ji nefta cîhanê li geviya Hormuzê derbas dibe, ku em dibe li fikra aloziyên xirab li wê deverê bin, lê me hewcehî bi piştevaniya navneteweyî di rewşên wiha de heye.
Her di vê pêwendiyê de, Stada Fermandehiya Navenda Amerîkayê “Centcom”, rejîma Îranê li dest hebûn di êrîşên li dijî gemiyên neftê de tawanbar daye zanîn.