Berpirsek paye bilind yê “Pêntagon”ê ku nexwastiye navê wî eşkere be ragihandiye: Di demekê de ku şer û pevçûn di nava bajarên Rojhilatê Ukraynê û bajarê “Maryupol”ê de zêde bûye, Amerîka hereketên Rûsiyê li Rojhilatê Ukraynê wekî destpêka êrîş û şerek gelek mezin li wî welatî de dizane.”
Pêka gotina wî berpirsê Pêntagonê, Rûsiye mijûlê zêdekirin hêzên xwe yên leşkerî ye û xwe bo êrîşek nû amade dike û di 24 demjimêrên derbasbûyî de bi zêdekirina 2 gurdanên taktîkî hejmara tev gurdanên Rûsiyê li Ukraynê bûne 78 gurdan.
Herwisa Amerîka biriyar daye 800 miliyon dolar hevkariya leşkerî bo welatê Ukraynê dabîn bike û ew biriyare dê heta 3 rojên din bê pejirandin.
Herwisa “Biden” di civînek online de daxwaz ji wezîrên “Berîtaniya û Kanada”yê kir ku cebilxane û topxaneyên zêdetir bo Ukraynê bişîne.
Ji aliyek din ve jî Serokwezîrê Almanê helwêst nîşan daye û ragihandiye ku digel welatên din topxaneyên dûravêj dixine ber destê welatê Ukraynê.