Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêntagonê vîdiyoya firîna “Boşqab Perend”an belavkir

13:05 - 29 Nîsan 2020

Wezareta Berevanî ya Amerîka Pêntagonê bi awayekî fermî 3 kurte vîdiyoyên ku heya niha veşartî mabûn belav kirin ku firîna “Boşqab Perend”an (UFO) nîşan dide.

Ev vîdiyoye bi kamêraya “Madon”a sor hatine tomarkirin, ku alavên nenaskirî ku bi lezgînî difiri dide xuyakirin.

Hêzên Deryayî yên Amerîkayê, di meha Sêptambera sala derbasbûyî, ew vîdiyoye piştrast kirin û niha jî îzna weşandina wan daye.

Teknesiyenekî ku ev vîdiyoye tomar kiriye yê bi navê “Deyvîd Fravêr” dibêje: “Dema ku me ev tişte dît û me dixwast ku jê nêzîk bin, gelek bi lez û kêmtir ji 2 çirkan ber çavê me winda bû.”

Gorî daxuyaniya Pêntagonê yek ji wan vîdiyoyane di sala 2004`an de hatiye tomarkirin û evên dinê jî di sala 2015`an de hatine tomarkirin.

Yek ji efserên hêza Esmanî ya Amerîkayê ku şahidê dîtina wan “Boşqab Perendan” bûye dibêje: “Hereketa wê alavê bi curekê bû, ku mirov şiyana baskirina wê çinîne.”

Pêntagonê ragihandiye ku piştî berhevdanekî hûr, me biryar da ku wan vîdiyoyan belav bikin.

Sala 2017`an Pêntagonê bona vekolînekî weşartî li ser hebûna “Boşqab Perendan” (UFO), bûdceyeke 22 milyon dolarî diyarî kiribû.

Belavkirina wan vîdiyoyan hemû kes ecêbgirtî hiştiye, û tê gotin ku hegera hindê heye ji “Gerdûn”ên dinê re bo zêrevaniya gerdûna me hatine û renge çendîn gerdûnên dinê yên wekî Erdê hebin.