Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peresdar li Îranê di xirabtirîn rewşa ewlehiya kar de ne

12:09 - 29 Kanûna pêşîn 2021

“Rêkxirava Nizam Peresdarî ya Îranê” Bi hêceta kêmbûna nexweşiya Koronayê û daketina rêjeya canjidestdanên bi sedema Koronayê, girêbesta 3 mehane digel peresdaran dubare nekirine.

Amarên nefermî didin xuya ku 8 hezar peresdar ên girêbesta 89 rojan di navendên dermanî yên zanîngehên pizîşkî û dabînkirina civakî de mijûlê kar in.

Serokê “Rêkxirava Nizam Peresdarî ya rejîma Îranê” “Mihemed Mirzabêygî” gotiye: “Girêbesta 89 rojan, neheqiyek rohn li derheq peresdaran e, lê ew pirsgirêk  di civaka peresdariyê de bûye adedek rojane.

Girêbesta 89 rojan a peresdaran, xirabtirîn şêwaza girêbestan e, lê peresdar bi sedema nebûna derfet neçar mane wê girêbestê bi rê ve bibin.