
Peresdar û Karmendên nexweşxaneya “Mîlad” a bajarê Tehranê, bona zêdekirina heqdest û dana heqdestê taybet bi Koronayê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwazên xwe bi siloganan dane xuya.
Roja Sêşemî 12ê Kanûna Paşîn, peresdar û karmendên nexweşxaneya “Mîlad” a bajarê Tehranê, li ser dijwariya rewşa jiyana xwe li ber deriyê nexweşxanê kombûna nerizayetiyê lidar xistin; Wan peresdar û karmendan daxawza zêdekirina heqdest û vergirtina heqdestê taybet bi Koronayê kirine.
Peresdar û karmendên wê nexweşxaneyê ragihandin: “Ji destpêka belavbûna Koronayê ve, berevajiyê tev peresdarên nexweşxaneyên dinê, me heqdestê taybet bi Koronayê wernegirtiye û mûçeya me ya sala 1399an zêde nebûye.
Wan peresdar û karmendan dane zanîn ku heqdestên wan dibe bi qasî %50 zêde be û paşketa padaş û heqdestê taybet bi Koronayê bi wan re bê dan û ewlehiya kar, girêbesta fermî û pêregihîştin bi daxwazên wan, dibe bêne cîbicîkirin.
Tev peresdarên nexweşxanê gotine: “Em daxawz dikin ku heqdestê karên me, bi me re bidin, nabe em xizmetkariyan bikin û perê wê here berîka pizîşkan”.
Peresdar û karmendên nexweşxaneyan li seranserê Îranê bi micidî, rastî guhnedana berpirsan bi pirsgirêkên wan hatine.