Koçkirina peresdaran ber bi welatên din ve bûye sedema kêmbûna perestaran di nexwşxaneyên Îranê de û ev yeka pirisgirêkên micid di Îranê de diafirîne.
Nûçegihaniya “Îlna” a girêdayê rejîma Îranê belav kiriye, di sala derbasbûyî de 2 hezar peresdarên Îranê ber bi welatên derve koç kirine, û eva bûye sedema kêmbûna peresdaran di Îranê de. Di niha de Îranê hewceyî bi 1 hezar persetaran heye ku divê bêne damezrandin, lê li dema belavbûna Koronyê, di Îranê de ti peresdarek nehatiye damezirandin.
Wezîrê Tenduristî yê rejîma Îranê “Behram Eynullahî” gotiye: “Pêka standarda cîhanî bo hezar kesan 5 heta 6 peresdar hewceye lê di Îranê de ji vê standardê kêmtir e û bo her hezar kesan 1.6 perestar heye.”
Di vê derheqê de Saziya Cîhanî ya Tenduristiyê ragihandiye, nebûna rêjeya standarda peresdaran, dibe sedema zêdebûna rêjeya canjidestdana xelkê.
Sedemên sereke yên koçkirin û kêmbûna persdaran di Îranê de nebaşbûna rewşa kar û piştguhxistina daxwazkariyên wan ji aliyê rejîma Îranê ve ye, herwisa Korona jî bê bandor nebûye û Îran yek ji wan welatan e ku di dema belavbûna vîrûsa Koronayê rêjeya canjidestdana peresdaran gelek zêde bûye.