Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peresdarên parêzgeha Sinê ji nedana (Karane) bi wan re gazinde ne

18:01 - 29 Çirriya paşîn 2020

Berpirsê “Mala Peresdar” yê parêzgeha Sinê daye zanîn ku bûdceya paşkevtan û (Karane) ji aliyê “Saziya Birêveberî û Bernamerêjî”yê ve bi Wezareta Tenduristiyê re hatiye dan, lê hêj nedane peresdaran.

Roja Şemî 28ê Çirriya Paşîn, Berpirsê “Mala Pertesdar” yê parêzgeha Sinê, “Elîeşref Rehmanpenah” ragihand: “Zêdetir ji 2 mehan e ku bûdceyek bi qasî 11.5 milyard tumen yê “Saziya Birêveberî û Bernamerêjî” bona dana “Karane” an ku “Dana Padaşa berhemanîn an behredana zêdetir” û paşkevtên mûçeya peresdaran bi Wezareta Tenduristiyê re hatiye dan, lê hêj paşkevtên sala 1398an nahatine dan.

Herwisa navbirî tevî îşarekirin bi pirsgirêkên peresdaran gotiye: “Mixabin tevî dijwariya kar bi sedema kêmbûna emraz û alavên hewce û herwisa kêmbûna personelan ku bi caran tekezî li ser hatiye kirinê, îro em dibhîzin ku kêmtkirina  demjimêrên kar ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve bona parastina canê hevkaran hatibû erêkirinê, pişguh hatiye avêtin”.

Herwisa navbirî ragihand: “Bi hêceta kêmbûna dahata navendên dermanî, dê “Karene” jî  bi qasî 1/3ê bidin”.

Di rewşa niha de, ew derbek bi aboriya jiyana peresdaran û kadrên dermanî ye ku tevî pirsgirêkên dijwar dibe hewcehiyên jiyana xwe jî dabîn bikin.