Perlemana Berîtaniyayê daxwaz kir ku 2 berpirsên dad û rojnamevanek lêpiris ên ser bi rejîma Îranê bi sedema binpêkirina mafê mirovî bêne tehrîmkirin.
Roja Çarşemî 17ê Sermawezê, parlemanê Berîtaniyayê bi pêşkêşkirina lîsteyek 13ê kesî, ji wan kesan ku binpêkerên mafê mirovî di welatên cuda de dikin, daxwaza tehrîmkirina wan kir ku sê berpirsên rejîma Îranê jî li xwe digire.
Ew sê berpirsên rejîmê ku divê bêne tehrîkirin, bi navên “Xulamriza Ziyayî” Serokê berê yê Girtîgeha “Evîn”ê ,“Elî Qenaetkar” Cihgirê Dadsitanê berê yê Tehranê û Lêpêçerê berê yê Dadseraya Girtîgeha “Evîn”ê û herwisa rojnamevanek lêpirser yê bi navê “Elî Rizwanî” ne.
Herwisa roja Çarşemî nûnerê perlemana Berîtaniyayê “Kirîs Brayant” got, rejîma Îranê ji sala 1357an ve bi mebesta derzkirin bo nav wî welatî de hewil daye ku bi awayek neyasayî rûniştiyên xwedî du regezname di wî welatî de binçav bike yan wan azar û îşkence bide, herwisa di dawiya gotinên wan de bas li ser barimtegirtina ew kesan ji aliyê Îranê ve hate kirin û gotin ku niha ew karê Îranê bûye beşek ji siyaseta Îranê.
Her di vê derheqê de, Lêkolerekê Berîtaniyayî ku berê 2 salan di girtîgehên rejîma Îranê de bû li derheq ew biriyara parlemana Berîtaniyayê got: “Destpêkek baş e, lê divê ew biriyare berfirehtir bibe.”