Perlimana Îraqê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku roja Yekşemî bo gengeşekirin li ser destdirêjiyên Tirkiye û rejîma Îranê bo ser axa Herêma Kurdistanê kombûnek lidar dixe.
Pêka wê daxuyaniyê ew kombûn bi daxwaza Hereketa Sedr û bi wajokirina 50 nûner û bi beşdariya Wezîrê Derve yê Îraqê “Fuad Husên” pêk tê.
Wezîrê Derve yê Îraqê “Fuad Husên” di gotûbêjekê de digel kanala “El-Erebiye” tekezî kiriye ku êrîşa leşkerî ya Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê bi bê hevahengiya “Bexda”yê bûye û eva binpêkirina serweriya wî welatî ye.
Roja Yekşemî 22ê Reşema 1400an a Rojî, Spaha Pasdaran a rejîma Îranê bi 12 mûşekan “Hewlêra” paytexta Herêma Kurdistanê bi hêceta hebûna binkeyên Îsraîlê kir armanc.
Lê berpirsên Herêma Kurdistanê îdiayên rejîma Îranê li derheq hebûna binkeyên Îsraîlê li wê deverê red kirine.
Ji aliyek din ve jî, Artêşa Tirkiyê di heftiya derbasbûyî de dijî Partiya Kedkarên Kurdistanê (PKK) li bakurê Herêma Kurdistanê operasiyonek esmanî û bejayî dest pê kiriye û ev şere hêj jî berdewam e.