
Kurdistanmedia: Hevserokê Partiya Demokrat a Gelan (HDP), “Pervîn Buldan” gotiye ku êdî me ti pirojeyek li ser aşitiyê digel Ak Partiyê, tinabe.
Pêka nûçeyên belavbûyî, Hevserokê Partiya Demokrat a Gelan (HDP), “Pervîn Buldan” basa pirsa Kurd di Tirkiyê de dike û gotiye, ku digel Partiya Dad û Geşe (AKP) nikarin basa ti pirojeyeke aşitiyê di welat de bikin, em aşitiya rast, digel Kurd û Tirk û Erebean pêk tînin.
Navbirî got: “Partiya Dad û Geşe (AKP), dê di demekî kurt de vê here, ew Partî niha rastî jihev belavbûnê hatiye û bûye sê alî, û ew yekdu qebûl nakin”.
Herwisa navbirî got, ku Ak Partî, Kurdan bi başî nas nake û li dijî destkevtên Kurdan şerê xwe destpêkiriye, hizrekî dijî pêgeha Kurd heye, bi tenê xelkê Tirkiyê dikare rê ji wî şerî bigre, em dizanin ku li gor xelkê Tirkiyê, şer baş nîne û ew li dijî şer radivestin.