
Kurdistanmedia: Bi nav nûnera Tehranê Perwane Selahşûrî, di meclîsa rejîma Îranê de got ku, xelkê nerazî dixwastin dengê xwe yê nerazî bigihînin, lê bi gulle û desteserkirinê bersiva wan hate dan.
Roja Înê 8`ê Sermawezê, bi nav nûnera bajarê Tehranê di meclîsa rejîmê de, Perwane Selahşûrî, di bersiva axavtinê berpirsê berê yê Spaha Pasdaran a terorîst de, li ser rûpela xwe ya Tiwîtira nivîsiye, “xelkê dengê xwe yê nerazî gihandin, lê bi gulle û binçavkirinê, bersiva mezin û biçûkan dan.”
Herwisa navbirî nivîsiye, “tepeseriya xelkê, wekî şerê cîhanê û kerbelaya 4 danîne berhev, û bi navê olê fermana îşkence û serkuta xelkê bi rûyeke bîhanî dan.”
Xelkê nerazî di heyama çend roj beriya niha bi sedema bilindbûna nirxa benzînê û tiştên destpêkî yên hewcehiyê, hatibûne ser şeqaman, û her yekem roj, ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve hatine serekutkirin.
Pêka amarên ku Saziya lêbûrîn a Navneteweyî belavkiriye, li destpêka xwenîşandana xelkê nerazî yê Îran û Kurdistanê, heya niha 161 kes hatine kuştin, û nêzî hezaran kes jî hatine birîndarkirin, û hezaran kes jî hatine binçavkirin.