Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Perwane Selehşûr: Ez -wekî Refsencanî- naçim nav hewza avê de

11:44 - 9 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Perwane Selehşûr rû li sernûserê rojnameya Keyhan nivîsand ku gefeke din li min bixwin, û ez bi piyên xwe naçim nav hewza avê de.

Perwane Selehşûr nûnerê rejîmê li meclisê de, ku bi sedema nexwşiya xwe û neştergeriya stûyê xwe mehek bû nehatibû meclisê, lê di dema dengdana ji bo pirojeyasaya CFT`yê, çû meclisê û dengê xwe da.

Piştre rojnameya Kêyhan li dijî wê, û yên din ku dengê xwe dane CFT`yê nivîsek weşand.

Di vê nivîsa Keyhanê de hatibû: Gelo hûn çima ditirsin ku bêjin we deng daye. Piştre hatibû nivîsandin: “Selehşûrî bi stûyê şikestî hate meclisê, da ku îxaneta xwe îsbat bike”!.

Li hember de Perwane Selhşûr jî nivîsand: “Ez bi şanazî ve dibêjim ku hatim û bi stûyê şikestî min deng da,  me deng da, li dijî vê bazineya gendel ya spîkirina pere û piştgiriya malî ji terorîsmê di Îran û cîhanê de. Herwisa dest kirine bi gefxwarinan û bêhurmetîkirina bi min. Herwisa gefeke din li min bixwin, jiber ku ez naçim nav hewza avê de”.

Elî şîrazî nûnerê Xamineyî jî di Hiza Quds de, daxwaz ji Konseya çavdêriyê (Şorayê Nigehban) kir ku vê pejirandiyê ret bike.

 Meclisa rejîma Îranê pêdeçûn û karkirina li ser pirojeyasaya tevlîbûna Îranê bi CFT`yê çar mehan berî niha dest pê kiribû, lê pejirandina wê, bi sedema dijberiya hejmarek ji nûneran kete derengiyê.

Navbirî herwisa ragehandiye ku pejirandian wê pirojeyasayê tê wateya vê ku, ew di bin zexta Amerîkayê de karekî wisa dikin.

Tirsa rejîmê ji vê ye ku bi pejirandina yekcarî ya vê pirojeyasayê, êdî ew nekarin bi hêsanî alîkariya girûpên terorîstî bikin û pere bidin wan.