Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Perwerde di Îranê de bi armanca zêde kirina terorîzmê ye

11:49 - 22 Kanûna Paşîn 2021

Wezîrê Perwerde û Hînkarî yê rejîma Îranê, ragihand: “Em dikarin ji her dersxwanekê, Xumêyniyekê çêbikin”

Roja Pêncşemî 21ê Kanûna Paşîn a 2021an, Wezîrê Perwerde û Hînkarî yê rejîma Îranê, “Muhsin Hacîmîrzayî” di vîdiyo-konferaneskê de digel birêveberên xwendingehan li parêzgeha Xûzistanê, tevî îşarekirin bi hebûna derfeta perwerdekirina kesan di bin destên wan de ragihand: “Em dikarin ji heçî xwendewanekê, Xumêyniyekê çêbikin”.

Kesayetiya “Xumêynî” wekî xwînmij, xapîner,gendelkar, terorîst û li dijî kerameta mirovî, bo her kesekî azadîxawz Li Îran û Kurdistanê de rohn e, gotina wî berpirsê rejîma Îranê bi wî awayê rohn û eşkereye, bi wî cureyî armanca birêveberiya sîstema perwerde û hînkarî ya rejîma Îranê bi tewawî dide xuya.

Dersxwan dibe bi awayekî mirovperwerane û bi armancên mirovî bêne perwerdekirinê, lê armanca rejîma Îranê ji perwerde û hînkariyê, bi tewawî li dijî wan rastiyan e.

Perwedekirina terorîstan, cihgîrkirina hizra teror û tirsandin, , gendelî û kevneperesî û bi sembol nîşandana kesekî wekî Xûmêynî, asta keresatbûna armanca stratejîk a prewerde û hînkariya rejîma Îranê dide xuya.