Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Perwerde û hînkarî di parêzgeha Luristanê de rastî pirsgirêkan hatiye

12:19 - 19 Nîsan 2020

Perwede û hînkarî di parêzgeha Luristanê de rastî çewtekariyên berpirsên Perwerde û Hînkariyê, di wê parêzgehê de hatiye.

Cihgira Avedanî ya Wezareta Perwerde û Hînkariyê, “Mêhir Îlahe Rexşanî”, roja Yekşemî, 30`ê Xakeklêwe, di hevpeyvîneke rojnamewaniyê de bas kir, ku pirsgirêka me di Hûneristanan de tenê emraz û îmkanat in û em di vê derheqê de lawazin û me ti pirsgirêk li derheq cihên perwerdekirinê de tinîne.

Ji aliyekî din ve jî, roja Yekşemî, 30`ê Xakeklêwe, Birêveberê Giştî yê Perwerde û Hînkarî a parêzgeha Luristanê, “Elîriza Nexe`î”  di hevpeyvîneke rojnamewaniyê de bas kir, ku hewceye 3 (Mocteme`i)ên hînkariyê di wê parêzgehê de bêne avakirin û me di hindek bajarên wekî Xûrem Abad, Burûcêrd û Elîgoderz de kêmbûna cihê perdwerdê heye û hindek ji xwendingehan jî, zêdetir ji 50 sal e ku ji ser avakirina wan re derbas dibe.

Rejîma Îranê ku hemû core şanoyekî bona xapandina xelkê û hizra navxwe û cîhanî dilîz e, zaf caran ji aliyê karbidestên xwe ve rezîl dibe û pilanên wan têne eşkerekirin, tinebûn an kêmbûna cihên perwerde û hînkariyê û herwisa emrazên hewce bo perwerde û hînkariyê yek ji pirsgirêkên xwendevan û xwendekaran li ser asta Îranê ye.