Serokê Şirketa Berqa vizegehên germayî yê Rejîma Îranê gotiye ku bi sedema hatina demsala sir û sermayê û zêdebûna qasa bikaranîna gazê pêşbînî hatiye kirin ku îsal di demsala zistanê de rastî kêmbûna berqê bibin.
Serokê Şirketa Berqa rejîma Îranê “Muhsên Terzteleb” li derheq zêdebûna rêjeya bikarkanîna gaz li malan û bikaranîna gazê li wizegehan de, bi hatina demsala sir û seqemê daxwaz ji xelkê kir ku heya 10 rojên din gazê kêmtir bikar bînin û herwisa nigeraniya xwe li derheqê kêmûna berqê di demsal zistana îsal da xuya.
Piraniya şewata vizegeyên berqê gaz e û di demsala sirê de rêjeya bikaraîna berqê ji aliyê hevwelatiyan ve zêde dibe û digel daketina her 1 pile ji germayê 1hezar û 800 mêgawan bi rêjeya bikaranîna berqê zêde dibe û eva bûye cihê nigeraniyê ku di demsla sirê de bibe sedema kêmbûna berqê.
Wizegehên berhemanîna berqê di Îranê de heyameke zêde ye ku rastî kêmbûna şewatê hatine û beşeke zêde ji wizegehên berqê mifah ji şawata mazotê verdigirin û ev bi xwe metirsiyeke micid bo ser pîsbûna jîngehê ye û di havîna îsal de jî pirsgirêka kêmbûna berqê û pîsbûna heva hebû.