Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşbirkiyên sporê yên topa pê bi bê beşdarbûna temaşevanan dê bi rê ve herin

13:24 - 16 Gulan 2022

Wezareta Hûndir a rejîma Îranê, ji tirsa kombûna xelkê li yarîgehên sporê de û gumana birêveçûna xwenîşandanên nerazîbûnê bi amadebûna temaşevanan li pêşberkiyên topa pê di Îranê de qedexe kiriye.

Saziya Lîga Topa Pê ya Îranê pêka fermana Wezareta Hûndir a rejîma Îranê bi hinceta belavbûna vîrûsa Koronayê, lê, di rastiyê de ji tirsa serîhildana xelkê li yarîgehên sporê yên topa pê de, bi amadebûna wan li dema birêveçûna pêşberkiyan de qedexe kiriye û ew biryara halekê de ye ku rejîmê beşdarbûna xwandekar û dersxwanan li zanîngeh û xwendigehan de, bi nemana Koronayê, asayî kiriye.

Saziya Lîga Topa Pê ya Îranê ragihandiye ku, bona parastina xelkê ji vîrûsa Koronayê û rêgirîkirin ji belavbûna vê vîrûsê û herwisa bi sedema berçavnegirtina yasayên xweparastin ji vîrûsa Koronayê, amadebûna xelkê li pêşberkiyên Lîga berter, desteya 1, 2 û 3 ya topa pê qedexe ye û pêşberkê divê bi bê temaşevan bi rê ve herin.

Rejîma Îranê ku heta niha silogana nemana vîrûsa Koronayê belav dikir, piştî xwenîşandanên berfireh ên nerizayetiyan di piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, nişkêve kombûna xelkê di yarîgehên sporê de qedexe kiriye.