Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşewazî ji termê Dr. “Celal Hacî Zade” hate kirin

13:19 - 16 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Termê Dr. “Celal Hacî Zade” ku li roja Yekşemî, 23`ê Befranbarê bi sedema Celtelêdanê canê xwe ji deset dabû, ji aliyê xelkê bajarên Pîranşar û Serdeştê ve, hate pêşewazîkirin.

Dr. “Celal Hacî Zade”, naskirî bi “Raman”, nivîskar û çalakvanê naskirî yê Kurd, li sala 1354`an, li gundî “Bêtoş” a girêdayê bajarê Serdeştê ji dayîk bibû.

Navbirî, xwediyê birvanameya Duktoreya Felsefa Siyasî bû, cuda di vê derheqê de ku xwediyê bîr û hizrên taybet bi xwe hebû, hevdem yekek ji wan pênûs bidest û kesayetiyan bû ku kelkeleyeke diyarî di warê Kurdnasî û rûnkarî û xisarnasiyê ya hizra siyasî ya Kurd de hebû.

Termê Dr. “Celal Hacî Zade”, bo lêkolînên pizîşkî, bo bajarê Urmiyê hatibû şandin û piştî vegerandina termê navbirî bo girseya wî, di roja 25`ê Befranbarê de, ji aliyê xelkê Pîranşarê ve pêşewaziyeke germ ji termê navbirî hate kirin.

Roja derbasbûyî di bajarê Serdeştê û cihê jidayîkbûna wî de, xelk bi awayekî xemdar hatine ser şeqaman û pêşwaziyeke bê mînak ji termê wî hizirvanê mezin yê Kurd kirin.

Rêûresma veguhastina termê wî hizirvanê Kurd, roja Pêncşemî, demjimêr 10`ê sibêzû, ji mizgevta Sor an mizgevta “Camî`e” ya bajarê Serdeştê, ber bi goristanên Girdesor tê lidarxistin.