
Kurdistanmedia: Efserên polîs di ber deriyê balafirgehê, pasporta hinek Îraniyan jê standin, û ew birin odeyên lêpirsînê de.
Di van rojên dawiyê de, li ber deriyê balafirgeha Gurcistanê pêşiya hinek ji Îraniya hate girtin, ku dixwastin herin nav Gurcistanê, û heta hate ragehandin ku nabe carê Îranî serdana Gurcistanê bikin.
Li gora zanyariyan heta roja 9`ê Sermawezê jî, pêşiya 46 Îraniyan hatibû girtin, bona ku neçin Tiflîsê.
18 kes ji wan Îraniyan jî, ku bi xeta Qişmê xwe gehandibûn Tiflîsê, nekarîn herin nav Gurcistanê, û piraniya wan jî ew kes bûn, ku ji riya ajansên musafiretî, û wekî torîst dest bi seferê kiribûn, û hem bilîta vegerê û hem jî bîmeya geriyanê hebûn.
Îraniyekî di firokexaneyê de ragehandiye: Efserên polîs di ber deriyê balafirgehê, bi awayekî şansî hin kes hilbijartin, û pasportên wna jê standin, û birin bo odeyên lêpirsînê, û piştre bi wan hate ragehandin ku dibe vegerin Îranê.
Ji aliyekî din ve hate ragehandin ku bi hêceta hilgirtina maddeyên hişber, polîsan bi hûrî jinên Îranî teftîş dikirin.