Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmerge ji Axa Kurdistanê xwedî derdikeve

16:36 - 20 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Li Çiyayên Kurdistanê ku êvirgeha hertimî ya şoreşa netewiyî ya Kurdane, komek ji Xortên xwedî seha şoreşvanî, çeka şeref û parastina Kurdistanê, avêtne milê xwe.

Roja pêncşemiyê 25`ê Meha Rezberê, bi boneya dawîhatina dewra 239 ya destpêkî ya pêşmerge, li çiyayên Kurdistanê merasimek hate lidarxistin ku pareke berçaw ji endamên rêberiya Hizbê, Fermandên leşkerî, kadir û pêşmerge û mêvan, têde beşdar bûn.

Merasim bi marşa netewî a Ey Reqîb û bi xulekek bê dengiyê ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurdistanê hate destpêkirin.

Piştî hingê “Mihemed Salih Qadirî” berpirsê peywendiyên Kurdistanê yê PDKÎ bo amadebûyan axivî.

Di parek din ya wê rêwûresmê de, “Bidax Bidaxî” yek ji Mamostayên Fêrgeha Pêşmerge, rapora birêveçûyna wê dewrê pêşkêş kir.

Pexşana bi navê “Aso” ji aliyê yek ji beşdarên dewrê ve hate xwandin.

Sitranek ji aliyê yek ji beşdarên dewrê ve hate pêşkêşkirin.

Peyama bi nûneratiya beşdarên dewra 239 ji aliyê yek ji beşdaran bi navê “Soran” ve hate xwandin.

Helbesta bi navê “Hawrê” ji aliyê “Herman” ve hate pêşkêş kirin.

Di pareke din ya wê merasimê de, kesên ku di dewrê de, hem li warê Siyasî û hem li warê dîsîplînê serkevtin bi dest anî bûn, ji aliyê “Mihemed Salih Qadrî” û “Muxtar Sohrabî” ve, hatine xelatkirin.

Di dawiya wê merasimê de helbestek ku ji aliyê pêşmergên Bajar ve hatibû şandin, ji aliyê “Qadir Sofî Qoytasî” ve hate pêşkêşkirin.

Di dawiya wê rêûresmê de Şanoyek hate nimayîş danê ku ji aliyê “Sirwe”yê we hatibû amadekirin.