
Kurdistanmedia: Bi armanca rêzgirtin li salroja Şahîdên Kurdistanê, “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, peymana xwe digel armancên Komara Kurdistanê nûkirin.
Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, roja 10`ê Xakelêweya 1398`an, li Hêza 122, ser bi Hêza Pêşmergê Kurdistan, rêûresimek bi çoş li ser çiyayên Kurdistanê, bi boneya 10`ê Xakelêweyê lidar xistin.
Rêûresim li ser çiyayên Kurdistanê, bi xwendina sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji riha pak a şehîdên Kurdistanê, destpê kir.
Piştire “Faroq Sohrabî”,yek ji pêşmergeyên Hêza Taybet bi boneya 10`ê Xakelêweyê, salroja Şehîdên Kurdistanê” bixêrhatin gote mêhvanan.
Herwisa di vê rêûresimê de, “Mihemed Nobarî”, cihgirê Fermanderê Hêza 122 a Kurdistanê peyamek bi vê boneyê pêşkêş kir.
“Nobarî” di peyama xwe de, xêrhatin gote kadr û pêşmergeyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê”.
Navbirî di beşeke din a pêyaman xwe de, bas ji vê kir ku, Sedha sale ku sirûşta Kurdbûnê bûye tablûya serê dagîrkarên Kurdistanê, û xev û xwarin ji van heram kiriye heya hebûna xwe bi her awaiy dest dirêj dikinne li ser bihaya her neteweyekî û kiryarên nerewa, di rijandina xwîna hevwelatiyên bê dêfa`i heya dighîje bidar verkirin û herwisa bidarvekirina Pêşewa û terorkirina rêberên Kurd, Sîmaya Kurd, kuştina vê bi qasî hawarê dike ku rehimê bi zarokên Kurd jî nakin û her ev jî bûye mêtodek û nevî bi nevî pêrewî lê dikin.
Piştire ji kadrê siyasî yê Hêza 122 a ser bi Hêza Pêşmergê Kurdistanê, “Samrend Enberî Azer” daxwaz hat kirin, ku, nîgara Pêşewayê mezin yê Kurdistan û herwisa yekem serkomarê Kurdistanê ku bi destê pêşmergeyê hûnermend yê bi navê “Kamil Şerîf Sefaiy” kişandibû ev nîgar hate vergirtin.
Herwisa girûpa mozîkê ji aliyê Hêza 122 a Pêşmergê Kurdistanê, sirûdek bi navê “Werin biçin ser gora Şehîdan” pêşkêş kir
Piştire hilbestek bi boneya 10`ê Xakelêweyê, ji aliyê pêşmergeyê PDKÎ, “Mo`în” hate pêşkêş kirin.
Di naveroka rêûresimê de, pêşmergeyên PDKÎ, Manîşêt Heyderî helbestek hate xwend.
Rêûresim ku peyman nûkirina digel rêbaza şehîdan bû dawî pê hat.