Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmerge peyveke pîroze û ez şanaziyê pê dikim

13:46 - 13 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Pêşnimêjê gundê Meraxan got ku navê Pêşmerge û Kurd peyvên pîroz in û şanzî bi navê Pêşmerge dikim.

Fetulah Meraxan, pêşnimêjê gundê Meraxan a girêdayî bajarê Serdeştê, di gotinên xwe yên roja Înê 23`ê Xakelêweyê de, derheq Kurdbûn û Kurdistanîbûna xelkê Kurdistanê bilind nirxandiye û herwisa li hemberî dijkiryarên li hemberî pêşmerge helwêst giritiye û bi awayekî pîroz bas ji navê pêşmerge kiriye û gotiye:Pêşmerge kesekî pîroze û ez şanaziyê bi navê Pêşmerge dikin.

Herwisa navbirî bas ji şevên nexweş û azardîtina pêşmerge li pêxema neteweya xwe de kiriye û pêşmerge  û navê pîroz yê pêşmerge lêhatiyê  rêzgirtin û hezkirênê daye zanîn.

Herwisa wî mamostayê olî, mafê xwedîbûna her neteweyekî li ser ax û jingeha xwe wekî mafê rewa daye zanîn û bas ji zilm û neheqiya dagîrkaran di çarparçên Kurdistanê li hemberî gelê Kurd de kiriye.