Pêşmerge û xebatkarekî emegdar ê Kurdistanê koça dawî kir.
Roja Înê 8`ê meha Gulanê, Pêşmergê binavûdeng û kevnar ê Kurdistanê, “Şerafedîn Tahir Hesenabad”, xelkê gundê Memekan a ser bi herêma Somayê, Koça dawiyê kir.
Şerafedîn her di destpêka şoreşa gelên Îranê û xebata eşkere ya Hizba Demokrat, dikeve çepera parêzvanî ji Kurd û Kurdistanê û çeka Pêşmergayetiyê diavêje milê xwe.
Ev bo heyamê 11 salan wekî egît û xweşmêr, wekî pêşmergeyekî herî dilsoz xebat kir û di dehan şerên qehremanane de beşdarî kir.
Şerafedîn mirovekî qise xweş, ber dilan û cihê hitbara hemû kesê bû.
Mam “Şerafedîn” di sala 1990`an de bi hegra pîrbûnê li ser îzna Hizba Demokrat çû nava jiyana malbata xwe, lê ev xebatkarê dilsoz û pêşmergê xweşmêr, heya dawî dema jiyana xwe bi serbilindî jiya û hertim dilê wî bal heval û hevçeper û Hizba wî bû.
Hecî “Şerefedîn” di wî heyamî de hertim wekî pêşengê nav xelkê bibû rênima û handerê xelkê û bibû sembola bawer û kesayetiyê.
Ew tu caran teslîmî rejîmê nebû û heya roja dawiya jiyana xwe bi axabanî û kincên xwe yê kurdî nîşanek bû ji welatparêzî û Kurdayetiyê.
Wî pêwendî bi Hizba xwe û piraniya hevçeperên xwe re qut nekiribû.
“Şerefedîn” her bi wan taybetmendiyên xwe di nav xelkê devera Somayê de bibû cihê hitbara xelkê û gelek kesan bona çareseriya pirsgirêkên xwe hevara xwe dibirine ber wî pêşmergê dilsoz.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiya dibêje malbata û xizm û kesûkarên xwedîjêrazî û xwe şirkê xema wan dizane.