
Roja 10 ê Nîsana 2020 an, Pêşmergê kevnar Mihemed Birinckar, kurê Mihemedşerîf, , li temenê 74 saliyê de bi sedema nexweşiyekî dem dirêj, bi êkcarî xatirê xwe li jiyanê xwest û çû ser dilovaniya xwe.
Kek Mihemed naskirî bi Mihemedê Helane sala 1947 ê li Gundê Gêsyanê ser bi herêma Mirgever her li destpêka xebata eşkere ya Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê (PDKI) di sala di 1979 an tevlî refên pêşmergeyên hizbê bû, bona xebat û xizmeta bi doza berheqe Kurdistanê .
Mihemedê xebatkar bo heyamê 10 salan wek kadrekî jêhatiye hizbê bi hemû karîna xwe ve kar kir û piştre bi sedema astengiyên jiyanê li ser îzna Hizbê li bajarê Şemzînana Bakura Kurdistanê akincî bû, ev bi çi avayekê amade nebû teslîmî rejîma dijî Kurde Îranê bibe û biçe Îranê.
Lê wî qet peywendiya xwe bi hizba xwe re neqedand û gelek caran tevî dijvariyên ku givaş jî li ser hebûn lê zû bi zû serdana binke u bargehên hizbê li Başûrê Kurdistanê dikir.
Ewî qet rêbaz û bîrûbavera bi hizba xwe ji bîr nekir, heya dawî dema jiyana xwe.
Roja 11 ê Nîsanê cinazê wî di Şemzîna bi axê hate sipartin.
Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kes û karên Mihemed Birinckar dike xwe şirîkê xema wan dizane.