Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergên Bajar 25ê Gelawêjê pîroz kirin

12:41 - 15 Tebax 2021

Pêşmergeyên Bajar li bajarê Tehranê bi hilkefta 76`emîn salvegera avakirina PDKÎ peyameke pirozbahiyê belav kirin.

Peyama wiha ye:

25`ê Gelawêjê salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ku hêma û hewla tevgera demokrasîxwaziya Kurdan ji serdema pêşewayê nemir ve û heta niha ye, bi vê hilkeftê em pîrozbahiyê dibêjine hemû xelkê Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet malbatên serbilind ên şehîdên demokratê ji destpêkê ve heta Rasanê, û tev têkoşerên rêya rizgariya welatê me.

Bi vê hilkeftê em “Pêşmergên Bajar” li bajarê Tehranê, soza xwe digel xebata rewa ya gelê me û rêbaza “Qazî, Qasimlo û Şerefkendî” nû dikin.

Herwisa em amade ne ku her biriyar û erkeke Hizbî di her cihekê de be cî bi cî bikin.

Bi hêviya îradeyeke netewî û hizbiya bihêztir û bo gehiştin bi tev xewnên ku di hizira rêberên me “Qazî, Qasimlo û Şerefkendî” de bûn, bo gehiştin bi rizgariya welatê me di bin desthilata sitemkar de.

Pîroz be 76`emîn salvegera avakirina PDKÎ

Pêşmergên Bajar, Tehran