Bi boneya hatina newroza Kurdewarî, Pêşmergên Bajar di bajarê “Bane”yê de, bi hilkirina agirê newrozê û sitrandina sirûda şoreşgerî ya “Rasan”ê, ew boneye bilind ragirtin.
Pêşmergên Bajar di bajarê Banê de, li ser çiyayên bilind yên rûbirûyê bajarê Banê, bi hilkirina agirê newrozê cejna newroza kevnar a Kurdewariyê bilind ragirtin.
Tevî wê yekê ku rejîma Îslamî bi her awayekî hewl dabû ku di gund û bajar û deverên Kurdistanê de rêgiriya xelkê bike heya ku xelk nekarin wê rojê bilind ragirin, lê Pêşmergên Bajar, endam û alîgirên PDKÎ, netirsane cejna sersalê pîroz ragirtin.
Xebatkarên Demokrat, bi hilkefta hatina newroza Kurdewarî, digel rêbaza şehîdan soz û peymana xwe nû kirin û piştevaniya xwe ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re dubare dikin.