Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergên bajar amadeyîya xwe bo encamdana heç erkekê dane xûyakirin

12:56 - 28 Hezîran 2020

Pêşmergên bajar û endamên PDKÎ li bajêrokê Diza Mirgevera Urmiyê ve, bi hinartina peyamekê ragihandin ku ev hertim guh bifermanê Hizba xwene û amadene heçî erkekê birêve bibin.

Peyama Pêşmergên bajar li Diza Mirgever wihaye:

Silavekî şorişvanî li hem şorişvanên Kurdistanê

Em baş dizanin ku rejîma terorîste Îranê dest bo heçî karekê dibe ku xelkê bê hivî bike, ev rejîme baş dizne ku xebata PDKÎ hivî xistiye nava dilê xelkê de, herwisa kom kom keç û kurên Rojhilatê Kurdistanê, tevlî refên Pêşmergan dibin, vêca wê yekê tirs xistiye nava dilê dijmin.

Dijmin dîsan ji heçî demê zêdetir dest kiriye gef kirirn ji malbatên Pêşmergan, lê ev rastiye ji bîra wan çuye ku hekî xortên Kurd bitirsîbana, kom kom tevlî refên Pêşmergan nedibûn

Em weke endamê PDKÎ û herwisa Pêşmergên bajar li Diza Mirgever ve, amadeyê heçî fermanekêne bona bertek nîşandana heçî gefeke rejîmê.

Endam û pêşmergên PDKÎ li Diza Mirgever

27 ê Hezîrana 2020 an