Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergên Bajar daxawzê li caşan dikin bizavirine hembêza gel

12:15 - 19 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Pêşmergên Bajar bi boneya 25`ê Gelwaêjê salvegera avabûna PDKÎ, tevî pîrozbahiya cejna 25`ê Gelawêjê, daxwaz li caş û kirêgirtiyên ser bi rejîma Îranê kirin ku, dest li xiyanetê berdin.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, pêşmergên Bajar li nav bajarê Seqizê, tevî xwindina peyama pîrozbahiya 25`ê Gelawêjê salvegera avabûna PDKÎ, haydarî bi caşan re dan ku di jêr çavdêriya Pêşmergên nav bajar de ne, û hekî dest li caşayetiyê bernedin, dê bigihîjine cezayê xwe.

Her di vê pêwendiyê de, roja Înê 25`ê Gelawêjê, Hevdem pêşmergên Bajar li bajarê Bokanê, haydariyek bi caş û kirêgirtiyan re dan ku, agehdarê hemû reftarên xwe yên naşîrîn bin û pêşengiyê bo rejîma dijî Kurd nekin, hekî dest li wî karê xwe yê qirêj bernedin dê bigihîjine cezayê xwe.

Pêşmerên Bajar bi berdewamî haydariyê bi kirêgirtiyan re didin ku dest li pêşengîkirin bo rejîmê berdin û bizavirine hembêza gel.