Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergên Bajar di bajarê Nexedê de bo xelkê kombûn lidar xistin

13:07 - 23 Çirriya pêşîn 2020

Desteyek  ji Pêşmergên Bajar di çalakiyeke siyasî di devera Nexedê de, kombûn bo xelkê lidar xistin û derheq rewşa Kurdistan û siyasetên PDKî, bo xelkê qise kirine.

Êwara roja Sêşemî, 20ê Çirriya Pêşîn, di bajarê nexedê de, geştekî siyasî ya pêşmergeyan ji aliyê desteyek ji Pêşmergên Bajar yên wî barjarî ve hate birêvebirin.

Demjimêr 6:30 êwarê, komek ji Pêşmergên Bajar, yên girêdayê “Hêza Pêşmergên Kurdistanê” bi çalakiya siyasî û geryana li nav gundan di devera Nexedê de, serdana Gundê “Maswê” ya girêdayê bajarê Nexedê kirin.

Di wê ger û çalakiyê de, Pêşmergên Bajar bi diruşmên şoreşvanî, çûne nav gundê “Maswê” û xelkê pêşewazî ji wan kir.

Pêşmergên Bajar, piştî geryana di nava wî gundî de, çûne Mizgevtê wî û bi bilendgoya mizgevtê çendîn gotin derheq siyasetên PDKÎ û li ser rewşa niha ya xebatê pêşkêşî xelkê kirin.

Piştî wê ger û çalakiya siyasî ya pêşmergeyane li nav gund û pêşewaziya xelkê,wê desta ji pêşmergan gund bi cih hêlan û zivirîne cihên xwe.