Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergên Bajar di bajarê Pîranşarê de peyamek bi hilkefta 10`ê Xakelêwe belav kirin

18:09 - 24 Adar 2020

Pêşmergên Bajar di bajarê Pîranşarê de bi belavkirina peyamekê bi hilkefta 10`ê Xakelêwe “roja Şehîdan”, digel rêbaza Şehîdan soza xwe nûkirin.

Deqa peyamê wiha ye:

Her gelek azadiyê bixwaze dibe, nirxa wê azadiyê jî bide.

Em Pêşmergên Bajar, palpişt û piştewanê Pêşmergên Çiya ne, bi bîr anîna sêdaredan û şehîdkirina rêberê me yê mezin, kesatiya bilind û dîrokiya netewa me, bi hilkirina agirê xebatê ku zêdetir ji 7 dehike guriyê dide, niha jî rola wî rêberê mezin ew qas bihêz e ku hizra welatperwerî û mafperweriyê rênîşander û çiraya xebata Partiya me û rêberê me ye.

Pêşewayê tim zindî, canê xwe kire gorî heya netewa wî zindî bimîne, em jî wek Pêşmergên Bajar, soza xwe nûdikin ku heya dawî dilopa xwînê ku di leşê me de mabe, em doza rêberên xwe bernadin û bîra wan bilind ragirin û herdem hizir û bawera rêberên xwe bo rizgarî û xizmet bo gelê xwe bikin bi pêşengê xebatê.

Silav li canê paqij ê şehîdên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Silav li xweşmêrî û netirsiya hemû hepsiyên siyasî