Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergên Bajar ên jin, serdana dayîkên pêşmergên Kurdistanê kirin

11:44 - 10 Kanûna Paşîn 2021

Hejmarek ji “Pêşmergên Bajar” ên jin li bajarê “Pîranşar"ê, bi armanca rêzgirtin ji dayîkên pêşmergeyan, serdana wan kirin û gul û Axabanî pêşkêşî wan kirin.

Roja Şemî 9ê Kanûna Paşîn, “Pêşmergên bajar” ên jin di serdana dayîkên pêşmergeyan kirin û bi wî awayî rêz ji meznahî û emegnasiya wan dayikên biwêr girtin û destiyek gul û Axabanî, pêşkêşî wan dayîkan kirin.

Wan dayîkan ku tim bi amadebûna xortên xwe di nav refên şoreşê de seh bi şanaziyê dikin; li ser navê PDKÎ ve dest xweşî û mandînebûna wan Pêşmergên bajar ên Jin kirin.

 “Pêşmergên Bjar” ên jin, ji aliyê wan dayîkan ve, bi germî û keyfxweşiyê we hatine pêşewazîkirin.