Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergên Bajar li bajarê Bokanê piştevaniya xwe ji Pêşmergên Çiya ragihandin

13:53 - 11 Îlon 2021

Pêşmergên bajar li bajarê Bokanê, êrîşa Spaha Pasdaran a terorîst bo ser Hêza Pêşmergê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û bi rejîma Îranê ew peyama dan ku Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di nav bajarên Rojhilatê Kurdistanê de ye.

Pêşmergên Bajar tevî şermezarkirina bombebaran a deverên çiyayî ên Kurdistanê ji aliyê Spaha Pasdaran ve, pîştevaniya xwe ji Pêşmergên Çiya dubare kirin.

Pêşmergên bajar li bajarê Bokanê, amadebûna xwe bo birêvebirina her erkekî Hizbî dane xuya û ragihandine ku ûn li çiya û em li bajar bi piştevaniya hev dujminan bin ax bikin.

Roja Pêncşemî 18ê Xermananê li demjimêr 6ê sibêdehê ve rejîma Îslamiya Îranê bi hêceta amadebûna “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” dest bi êrîşa esmanî bo ser deverên çiyayî ên Kurdistanê kiriye ku li roja Şemî 20ê Xermananê jî berdewm e.