
Pêşmergên bajar li bajarê Merîwanê bi hilkefta 75`emîn salvegera avakirina Yekîtiya Jinên Demokrata a Kurdistana Îranê peyamek belav kir.
Peyam wiha ye:
Ti xebatek bi bê beşdarbûna jinan sernakeve
Li roja 24`ê Reşeme ya 1324`an a Rojî, Yekîtiya Jinên Demokrat hate avakirin û her zû wê Saziyê dest avêt bi kar û têkoşîna xwe. Hevdem “Mîna Xanima Qazî” wek yekemîn berpirsê wê saziyê hate diyarîkirin.
Di wê demê de û birojkirina mafê û heqê mafxwazane yê jinan di civategehê de, bi sedema kultûr û dab û nerîta kevin û paremayî ya ku zal bi ser civatgehê de, çendîn beranber karê vê saziyê giran kiribû. lê tev wan astengî û berbestane Yekîtiya Jinên Demokratê di rasteya hişyariya jinan di civatgehê de û kêmkirina asta tundûtîjiyan û pirisa jin û zivirandina meznahî û kiramet û pêgeha jinan rolelek berçav û zêrîn lêyîstiye.
Lewma di wir de cihê vê ye ku em spas û pêzanînên xwe pêşkêşê Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê li hember hewil û têkoşana dayîk û xwîşkên me bikin û herwisa ew roja mezin û dîrokî li wan pîroz dikin.
Silav li şehîdên Kurdistanê
Silav li dayîk û xwîşkên civatgeha Kurdewarî
Silav li Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê
Pîroz be 75`emîn salvegera avakirina Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê
Pêşmergên Bajar li Merîwanê
24`ê Reşeme