Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergên Bajar li bajarê Urmiyê peyamek belav kirin

12:48 - 18 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Pêşmergên Bajrê ên PDKÎ di bajarê Urmiyê de, bo rêzgirtin ji 26`ê Sermawezê, roja “Pêşmergê Kurdistan”ê, peyamek belavkirin.

Peyama pêşmergên Bajar ên bajarê Urmiyê wiha ye:

Pîroz be Roja Pêşmerge

Alayekî pîroz bi destê rêberekî serdemiyane li bajarekî pîroz a wekî bajarê Mihabadê, ku bi xwîn û malwêraniya hezaran Kurd, bi cangorî û can jidestdan a riha paqij a hezaran xoşewîstirîn ciwanên Kurd li her çar parên Kurdisdanê bi lidar xistina erkê pîroz a pêşmergayetî bûne sembola parastina Kurdistan di wan çar parçeyên Kurdistanê de, û dujminê sundxwarî ên gelê Kurd ne fermana fitvaya qirkirina cîhadê, ne bi Enfal û ne bi Kîmiyabaranê, ne bi destdirêjiya li ser bajarên Kobanê û Efrînê, nekarîne wê Alayê ku bûye sembola yekgirtin û hivîbexşa gelê Kurd, li ser mil û destê Pêşmerge, bînin xwarê.

Lewma em Pêşmergên Bajar ên PDKÎ li bajarê Urmiyê, li devera “Tirgewer”, roja “Ala û Pêşmerê Kurdistan”ê li hemû gelê Kurd û nemaze “Pêşmergên Bajar û Çiya” û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pîroz dikin.